A Poet Behind Bars (Kurdish)

Helbestvaneke Li Pisht Rekihan

Bi pênivîsa Dareen Tatour

Translated, Kurdish by Dr. Zaradachet Hajo

Di zîndanê de, rastî kesina hatim,

bêhijmar, nayêne hijmartin:

kujer û gunehkar,

diz û derewîn,

rastgo û bêbawerî

winda û biryarnemayî

sûcdar û birchî.

Û yên bi nishtiman nexweshketî,

ew ji malzaroya êshê chêbûne,

bi zordestiyê re jiyane,

ku bûne zaro, tevahiya dilpakiya wan hatiye talan kirin.

Û li hedan ketine, ji chavsoriya dinyayê.

Mezin dibûn

Na, nîgeranî mezin dibûn,

mezinhêz dibûn, bi tevayiya serkutiyê re,

weke sorgulê di axeke xwê de.

Û evîn himbêz dikirin, bê tirs,

dibû sucdarî, ku bigotana:

„Em hij ji nishtiman dikin, bê sînor,“

wan ti demî ne dizanî chi kirine …

Êdî evîndariya nishtiman dibû kiryara wan.

Û zîndan dibû feleka evîndaran,

Û min destpêkir, di dilê xwe de

hevpeyvîn dikir,

di kêliya dudilî û dilihiya xwe de:

„Tu chi li ser kiryara xwe dibêjî, dilo ?!“

ez niha wateyê nizanim.

Min yek tishtî tenê goti bû,

û min ramanên xwe derbirî bûn:

Min li ser zordestiya bi rê ve nivîsî bû,

min bi hibira xwe axînên xwe rêz kiri bûn,

parcheyekî helbestê nivîsî bû …

Tawanbariya min xwe li lashê min girêdaye,

ji binê lingên min heta bi serî

Vêca ez helbestvanek im, di girtîgehê de,

helbestvan di nishtimanê hûnermendiyê de.

Peyvên min biryara dadê ne, di dadgeriyê de,

pênivîsa min alavê gunehkariyê ye.

Hibir -xwîna hestyariyê- kirine chavdîtê pencemoriyê dike,

ji bo bilêvkirina tawanbariyê.

Guh bide, feleka minê, wa jiyanê,

ka desthiltdarî û dadwer chi dibêjin:

Helbesta min bûye ya tawanbarkirî,

helbesta min bûye sûcdarî.

Di welatê desthilatdariyê de –yê azadiyê de-

zîndan qedera yê hûnermend e !!!

02.11.2015

Girtîgeha Al Celemê

Roja ku belgeya tawanbariya min hate pêshkêsh kirin.

Previous
Previous

A Poet Behind Bars (Arabic)

Next
Next

A Poet Behind Bars (Georgian)